Li Zanîngeha Rojava 711 xwendekar bi 3 zimanan perwerde dibin

21-12-2017
Loloxan
Li Zanîngeha Rojava 7 fakulte hene
Li Zanîngeha Rojava 7 fakulte hene
Nîşan Rojava Zanîngeh Xwendekar Perwerde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Zanîngeha Rojava ya li Rojavayê Kurdistanê bi 7 fakulteyên xwe, bi sê zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî derfeta perwerdehiyê pêşkêşî keç û xortên Kurd dike.

 

Desteya Perwerdeyê ya li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ku bi ser Rêveberiya Xweser ve ye, sala par li Qamişloyê Zanîngeha Rojava saz kir.

 

Li gor Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser, Zanîngeha Rojava ji bo parastina xwendekarên Kurd ji metirsiyên rê û şerê navxweyî yê Sûriyê hate sazkirin ku xwendekar diçûn li zanîngehên bajarên Sûriyê dixwendin. Herwiha giraniya hatûçûn û xerciyên xwendinê sedemên serke bûn, da ku zanîngeha Rojava li Qamişloya Cizîra Rojavayê Kurdistanê ava bibe.

 

Zanîngeha Rojava di 4ê Tîrmeha 2016an de li Qamişloyê vebû û ji 7 fakulteyên wêje, zanista jinan, petrol, petrokîmya, çandinî, hunerên ciwan û zanistên perwerî pêk tê.

 

Derçûna ji fakulteyê 2 salan berdewam dike, her salek 3 demsalên xwendinê lixwe digire.

 

Îsal li Zanîngeha Rojava 711 xwendekar dixwînin. 127 mamosteyên pispor di zanistên cur bi cur de li Zanîngeha Rojava xwendekaran fêr dikin û xwendin bi zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî tê kirin.

 

Tenê xwendekarên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê li Zanîngeha Rojava têne qebûlkirin, xwendekar li gorî mercên xwendina ku li zanîngehên Sûriyê hene têne pejirandin.

 

Pêdeçûn: Îlyas Aslanhan

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst