Li Îranê 8 kes hatin bidarvekirin

21-12-2017
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hat ragihand ku li Îranê 8 girtî li girtîgeha Recayî ya bajarê Kerec hatin bidarvekirin.

 

Rêxistina Mafê Mirovan a Iranê ragihand, li gor agahiyên ku ji nav girtîgeha Recayî  ya Kerecê belav bûne, doh danê sibehê, ji 10 kesên di nav odeyên take kesî yên girtîgeha Recayê de, bê kêmî 8 kes li hewşa wê girtîgehê hatine bidarvekirin.

 

Rêxistina Mafê Mirovan a Iranê herwiha eşkere kir, kesên ku roja çarşemê hatine bidarvekirin, bi kuştina bi qest hatibûn tometbarkirin û cezayê bidarvekirinê bi ser wan hatibû sepandin.

 

Li gor agahiyên rêxistinê, ji sala derbasbûyî ve, 142 kes li Iran û Rojhilatê Kurdistanê, bi tometa kuştina bi enqest hatine bidarvekirin.

 

Li çend welatên weke Çîn, Îran, Erebistan Siûdî, Iraq, Amerîka, Pakistan, Yemen û Koreya Bakur kesên tevlî tavanên mezin bibin  têne bidarvekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst