Nasname û wêneyên şehîdên HDKê

21-12-2016
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Duh bi şev (Sêşemê) li pêşiya baregeha Polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDKa Rojhilat ango HDK) li navçeya Koye ya Başûrê Kurdistanê 2 teqîn çê bûn û  di encamê de 5 pêşmergeyên HDKê û endamekî asayişê şehîd bûn û 4 jî kes jî birîndar bûn.

 

Polîtboruya PDKa Rojhilat ango HDKê derbarê bûyerên de daxuyaniyek belav kir du teqîn derdora saet 22.00an di dema pîrozbahiyên ji dayîkbûna rêberê partiyê Dr. Ebdurehman Qasimlo de çêbûn.

HDKê herwiha di daxuyaniya xwe de nasnameyên kesên şehîd jî aşkere kiriye.

 

Li gorî daxuyaniyê, “Elî Qoytasî kadroyê partiyê, Wehab Mîrxizrî, Salar Baqirî û Erselan Ebasniya pêşmergeyên partiyê, Nasir Kerîmî endamê Yekîtiya Lawana Demokratê û Ednan Ebdullah mufewezê Asayişê” şehîd bûne.

 

Şehîd kî ne?

 



Elî Qoytasî


Elî Qoytasî sala 1970an li Mehabada Rojhilatê Kurdistanê jidayîk bûye û di sala 1985an de bi Hizba Demokrata Kurdistanê re peywendî daniye û bûye pêşmergeyê vê partiyê. Elî Qoytasî di nav refên pêşmergeyên HDKê de 3 caran birîndar bûye. Qoytasî herwiha di nava partiyê de mamostetiya dîrokê kiriye.

 

 



Erselan Ebasniya


Erselan Ebasniya sala 1981ê li Mehabadê jidayîk bûye û di sala 2004ê de bûye pêşmergeyê HDKê.

 

 




Salar Baqirî

Salar Baqirî sala 1994 li bajarê Bûkana Rojhilatê Kurdistanê jidayîk bûye û di sala 2015an de tevlî pêşmergeyên HDKê bûye.

 

 



Wehab Mîrxizrî


Wehab Mîrxizrî jî sala 1971ê li bajarê Mehabadê jidayîk bûye û di sala 2006ê bûye pêşmerge.

 

 

Nasir Kerîmî


Nasir Kerîmî temenî wî 16 bû û endamê HDKê bû û kurê pêşmergeyê HDKê yê bi navê Mihemed Emîn bû.


 

 


Ednan Ebdullah


Ednan Ebdullah sala 1981ê li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê jidayîk bûye û mufewezê asayişê bû. Zewicî bû û bavê du zarokan bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst