Amed (Rûdaw) – Piştî ku bajarokê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hat standin, siyasetmedarên kurd li hêviya mizginiyeke wisa li Kobanî ne jî.
Bajarokê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê ku ji destpêka havîna îsal ve ketibû destê DAIŞê, duh di operasyoneke mezin de ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hat rizgarkirin. Vê bûyera dîrokî siyasetmedarên kurd li Bakurê Kurdistanê jî xist nav kelecanê.
Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Sosyalîzim (OSP) Sînan Çîftyûrek, li ser rizgarkirina Şingalê ji Rûdawê re got, ez vê serkeftina ku di bin fermandehiya Mesûd Barzanî de çêbûye, pîroz dikim.
Sînan Çîftyûrek diyar kir ku rizgarkirina Şinganlê ji destê DAIŞê dê ji bo Kobanî û Kerkûkê bibe moral û wiha axivî: “Em li benda serkeftinên din ên Pêşmerge ne. Em li hêviya wê rojê ne ku DAIŞê ji Kobanî jî vê derxistin.”
Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Mistefa Ozçelîk jî diyar kir ku rizgarkirina Şingalê “meşa ber bi avakirina dewleta serbixwe” ye û wiha axivî:
“Rizgarbûna Şingalê ji bo birayên me yên êzêdî bû cejneke rastî. Silav û hurmetên me pêşkêşî Pêşmerge û Serfermande Mesûd Barzanî be. Em hêvîdar in ku Kobanî jî bi şer û berxwedana Pêşmerge û şervanên YPGê were rizgarkirin.”
Berdevkê Tevgera Azadî, Adem Ozcaner jî serkeftina hêzên Kurdistanî dê şerê DAIŞê de pîroz kir û diyar kir ku divê jinûve avakirina Şingalê li ser vê serkeftina leşkerî ya Herêma Kurdistanê bê zêdekirin.
Adem Ozcaner anî ziman ku ji bo ku kurd êdî êşên wiha mezin nebînin divê bibin yek û wiha axivî:
“Divê demildest nakokiyên navbera kurdan bidawî bibin. Divê hêzên çekdar ên hemû partiyan bibin yek û artêşeke netewî ava bikin. Kongreya Netewî ya Kurd ji bo me pir girîng e, divê ji bo ku ev êş car din neyên kişandin, kongre were lidarxistin. Divê kurdên her 4 parçeyan bibin yek û ev yekitî derbasî qada dîplomasiyê jî bibe.”
Berdevkê Tevgera Azadî her wiha diyar kir ku ji bo ku kurd li dijî rêxistinên mîna DAIŞê bi ser bikevin divê hêzên leşkerî yên kurd hemû ji aliyê navendekê ve bên meşandin û anî ziman ku ew li hêviya mizginiya azadiya Kobanê ne jî.
Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (PDK-T) Mihemed Emîn Kardaş jî li ser rizgarkirina Şingalê axivî û got ku ew pir kêfxweş in û spasiya Pêşmerge û Mesûd Barzanî dikin.
Mihemed Emîn Kardaş diyar kir ku rizgarkirina Şingalê ji destê DAIŞê cihê kurdan li Rojhilata Navîn de qehîm dike û wiha axivî: “Înşallah bihustek erdê Kurdistanê jî di bin destê DAIŞê de namîne. Roj, roja azadiya kurdan e. Êdî ti dewletek dê nekaribe rola kurdan biçûk bibîne.”
Serokê Komeleya Demokratên Şoreşeger ên Kurd (DDKD) Îmam Taşcier jî rizgarkirina Şingalê ji aliyê Pêşmerge ve wek “çêbûna hişê netewbûnê” li nav kurdan de zanî û wiha got:
“Hemû cîhanê, berxwedana mezin a kurdan li dijî DAIŞa ku dewletên dinyayê piştgiriyê dikin, dît. Em li Kobanî jî li benda mizginiyeke wiha ne. Em hêvîdar in ku rizgarkirina Şingalê bibe hêz ji bo Pêşmerge û şervanên YPGê û Kobanî rizgar bibe.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse