Dayikên Aştiyê xwe ji bo greva birçîbûnê amade dikin

21-12-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Meclisa Dayikên Aştiyê ragihand, bi mebesta protestokirina bernedana paralmenterên girtî yên BDPê dê roja 24ê Kanûnê dest bi greva birçîbûnê bikin.

Li gorî nûçeya DÎHAyê, Meclisa Dayikên Aştiyê ku her hefte li Amedê çalakiya rûniştinê bo kesên ku hatine wendakirin li dar dixin, ragihand, ji bo protestokirina bernedana parlamenterên girtî yên BDPê dê dest bi greva birçîbûnê bikin.

Dayikên aştiyê da zanîn, dê çalakiya xwe ji roja 24ê Kanûna 2013an dest pê bikin.

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Nevriye Kaçar derheqê çalakiya xwe de ragihand, dewletê di bi navê operasyonên KCKê de siyasetmedarên kurd girtine û wiha got: “Em wek dayikên aştiyê dê li dijî girtina paralmenterên BDPê roja 24ê vê mehê dest bi greva birçîbûnê bikin.”

Beriya niha jî, komek parlamenterên HDP û BDPê li dijî bernedana parlamenterên girtî yên BDPê roja 17ê Kanûnê ketibûn greva birçîbûnê û duh dawî bi çalakiya xwe anîbûn.

Berdana parlamenterên girtî yên BDPê piştî wê ket rojevê ku parlamenterê CHPê Mustafa Balbay, ku ji doza Ergenekonê hatibû girtin piştî 4 sal û 9 mehan hat berdan lê dadgeha Amedê daxwaza berdana parlamenterên BDPê red kir. Ev jî bû sedema nerazîbûna BDPê.


Berdevkê Hikûmeta AKPê Bulent Arinç jî îro ragihand, ew nerazîbûn û hêrsa BDPê li hember vê yekê rewa dibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst