Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê hat avakirin

Amed (Rûdaw)  - Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê (PDKT) hat avakirn. Berdevkê PDKTê Mehmet Emîn Kardaş, da zanîn ku piştî civînê dê bo fermîbûna partiyê dê serî li Wezareta Karên Hundir a Tirkiyê bidin.

Îro (21.12.2013) li bajarê Amedê yê Bakûrê Kurdistanê lêjneya avaker a PDKTê civiya. Civîna lêjneyê li saloneke dawetê pêk hat û di civînê de armanca avakirin û xebatên partiyê hatin gotûbêjkirin.   

Berdevkê PDK-Tê Mehmet Emîn Kardaş derbarê xebatên avakirina partiyê de diyar kir ku heta niha li Tirkiyê bi navê "Kurdistan"ê ti partiyek nehatiye avakirin û wiha got: "Me ev partî wekî hewcedariyekê dît. Ji bo ku bi nasnameya xwe em doza xwe ya neteweyî biparêzin û siyasetê bikin, me pêwîstî bi partiyeke bi navê Kurdistanê dît."

Kardaş ragihand ku ew bêyî ku kesî biêşînin dixwazin mafên xwe bi dest bixin û wiha axivî:"Xwediyê vî welatî û vê axê yên rastî kurd in. Kurd ji welat û axên din nehatine vir û bi cih nebûne. Bila me neşibînin ti kesî. Di bernameya partiya me de dê jin, ciwan û her kesê cih bigire. Dê partiya me partiyeke yek reng û yek deng be." 

Kardaş destnîşan kir ku bi Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDKI) re di nav diyalogeke baş de ne û wiha got: "Em beriya her tiştî bi wan re şirîk û hevkar in. Heke ew li ser lingê xwe bisekinin, ev me kêfxweş û bextewar dike." 

Kardaş siyaseta BDPê jî rexne kir û wiha dewam kir: "BDP di bin siya hinek hêzên din de ye. Ne xwediyê îradeya xwe ye. Hemû biryar ji derveyî wan tê dayîn. BDPê heta niha negotiye ku em partiya Kurdistanê ne. Heta niha xwe wekî partiya kurd, tirk, laz, çerkez, abaza û ereban dîtine, xwe wekî partiya Tirkiyê dibînin. BDP partiya pergalê ye, em partiya kurdan in. Ji ber vê jî ferqên di navbera me de zehf in."

Kardaş destnîşan kir piştî civînê dê bi navê "Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê" serî li Wezareta Karên Hundir bidin.