Hewlêr (Rûdaw) - DAIŞê li Dêrezorê bi mayîneke vedayî êrişî şervanên HSDyê kir, 2 şervanan canê xwe ji dest da 10 şervan jî birîndar bûn.
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li nêzikî xaçerêya El Ezbeyê ya Dêrezorê di dema derbasbûne wesayîteke leşkerî ya HSDyê de mayîneke vedayî teqiya.
SOHRê da zanîn ku di encama teqînê de 2 şervanên HSDyê canê xwe ji dest daye û 10 şervan jî birîndar bûne.
Hat ragihandin birîndar ji bo dermankirinê birine nexweşxaneyê û rewşa hinek şervanan jî giran e.
SOHRê diyar kir ku piştî êrişê hêzên ewlehiyê yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li bajêr dest bi operasyonê kir.
Li aliyê din, heta niha HSDyê li ser mijarê ti daxuyanî nedaye.
Di van demên dawî de, DAIŞê êrişên xwe yên li ser herêmên di bin destê HSDyê û çolterên Sûriyeyê zêde kirine û bûne sedema kuştin û birîndarbûna gelek kesan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse