Li Herêma Kurdistanê 5 rojan serjimêrî nayê kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Herêma Kurdistanê dê serjimêrî raweste lê li Îraqê dê berdewam bike.

Li Îraq û Herêma Kurdistanê nifûs tê hejmartin, pêvajoya ku doh dest pê kir îro jî berdewam dike.

Birêvebirê Bicihhêner ê Serjimêriyê yê Herêma Kurdistanê Mehmûd Usman ji Rûdawê re da zanîn ku îro dê pêvajoya giştî ya serjimêriyê sergihayî bibe.

Mehmûd Usman diyar kir, “Pişt re li Herêma Kurdistanê dê pêvajoya serjimêriyê 5 rojan raweste lê dê serjimêrî li Îraq û cihên di çarçoveya Madeya 140î de berdewam bike.”

“Em piçekî bi derengî ketin”

Mehmûd Usman li ser sedemên vê yekê jî ev agahî dan:

“Em piçekî bi derengî ketin. Peywirdan li ser form û 77 pirsên ku dê werin kirin têra xwe nehatine perwerdekirin.

Ji ber vê yekê jî 21 hezar peywirdarên serjimêriyê 5 rojan werin perwerdekirin.

Piştî ku perwerdeya wan xelas bû dê serjimêrî berdewam bike.”

Birêvebirê Bicihhêner ê Serjimêriyê yê Herêma Kurdistanê diyar kir, dema ev perwerde xelas bû dê bijimêr li malan bigerin û forma ku ji 77 pirsan pêk tê dagirin.

Form ji 77 pirsên cuda pêk tê ku hikûmet dixwaze bi rêya wan agahiyên pêwîst bigihîne hev û ji bo projeyên xwe bi kar bîne.

Pirsên li ser dîn, zayend, rewşa zewacê, kar, xwendin, koça bizorê, gef, astengên fîzîkî, bikaranîna zimanê dayîkê, bicihanîna pêdiviyên şexsî, agahiyên li ser xaniyê wan (kirê yan milk), karebaya ku bi kar tînin (karebaya taybet an a dewletê), çavkaniya wan a ava vexwarinê, hebûn an nebûna wesayîtên veguhastinê û kel û pelên nava malê hene.