Li konan dimînin lê dev ji Kerkûkê bernadin

Kerkûk (Rûdaw) - 9 malbatên Kurd li nahiyeya Sergeranê ya Kerkûkê konên xwe danînê û li bendê ku navên wan bên qeydkirin.

Li Îraq û Herêma Kurdistanê nifûs tê hejmartin, pêvajoya ku doh dest pê kir îro jî berdewam dike.

Gelek Kerkûkiyên ku ji ber tade û caresiyê ji Kerkûkê derketine ji bo serjimêriyê vegeriyan Kerkûka Kurdistanê, bajarê bav û kalên xwe.

9 malbatên ku Rejîma Beasê sala 1987an gundê wan wêran kiribû jî li warê bav û kalan konên xwe danîne û heta ku navên wan li ser Kerkûkê bên hejmartin dê li wê derê bimînin.

“Em hatine ku nifûsa Kurdan biparêzin”

Îsmaîl Eliyê ji Sergeranê ji Rûdawê re behsa koça xwe ya ji Kerkûkê kir:

“Dema ez 6-7 salî bûm em ji gundê xwe derketin û careke din venegeriyan.

Lê em niha hatine ku qeyda xwe çêbikin û nifûsa Kurdan biparêzin.”

Gelek gundên Sergeranê ji aliyê Erebên hawirde ve hatine dagirkirin û Pelkane jî yek ji wan gundan e.

Sabir Omerê 73 salî li Pelkaneyê bûye remzeke nasnameye Kurdbûnê û bangî Kerkûkiyan ji Sergeran Gabelek, Serbeşax, Pelkane, Deşta Kendênawe û Qeracê kir ku werin navê xwe li ser bajarê xwe binivîsin.

Peywirdar li Pelkaneyê navên Kurd û Ereban dinivîsin lê divê were gotin ku artêşa Îraqê piştî 16ê Çiriya Pêşîn a 2017an li Pelkaneyê dest danî ser zêdetir ji sedî 50ê malên Kurdan.

Van malbatan xwest ku beşdarî pêvajoya serjimêriyê bibin û navên wan li ser gundê wan bên nivîsîn lê artêşa Îraqê destûr neda.

“Artêşa Îraqê rê li ber me digire”

Hinek ji wan malbatan li malên xizmên xwe dimînin lê hinekan jî konên xwe danîne.

Ev du roj in ku 9 malbat li Pelkaneyê li konan dimînin.

Xebat Omerê ji Pelkaneyê got, “Me divê em navê xwe li ser gundê xwe tomar bikin lê artêşa Îraqê rê li ber me digire.”

Şêniyên gundê Gabelekê jî li gorî îmkanên xwe alîkariyê didin van malbatan.

Muxtarê Gabelekê Dilêr Ehmed got ku wan ji bo piştgiriyê kon ji wan malabatan re danîne.

Li Deşta Kendênaweyê bi tevahî 42 gund hene û 40 ji wan gundên Kurdan in û dikevin çarçoveya Madeya 140î.

Piraniya şêniyên vê herêmê ji bo serjimêriyê vegeriyane û li her malê çend malbat bi hev re dimînin.

Li hêla din, Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Taha ji Kerkûkiyan xwest ku heta serjimêrî sergihayî bibe li malên xwe bimînin.