Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê bi îdiaya ku qeçaxçîtiya koçberan kirine 11 kes bi biryara dadgehê hatin girtin.
Fermandarita Cendirmeyan a Dîlokê li navçeyên Tixbişar û Girgamêşê li hemberî qaçaxçiyên koçberan operasyon da destpêkirin.
Cendirmeyan 11 gumanbarên ku qaçaxçitiya koçberan kiriye "li ser sûc" girtin.
Piştî wergirtina îfadeyan a li fermandariya cendirmeyan, tîman gumanbar birin dadgehê.
Dadgehê biryara girtina 11 gumanbaran da.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse