Li Mêrdînê otomobîl qulibî: 5 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê otomobîlek qulibî û 5 kes birîndar bûn.

Li nêzikî gundê Hecî Farisê yê navçeya Qoserê wesayîteke nîvbazirganî ji kontrola şofêr derket û wergeriya.

Di qezayê de N.Ç. (38), F.Ç. (45), J.O. (30), A.O. (16) û M.T. (35) ên di otomobîlê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û tîmên parastina sivîlan çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.