Li Mêrdînê pevçûna çekdarî: 4 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdînê 2 kom li ber dadgehê bi çekan pev çûn 4 kes birîndar bûn.

Pevçûna çekdarî ya li ber Dadgeha Mêrdînê ji aliyê kamerayên çavdêriyê ve hat tomarkirin.

Bûyerê derdora seat 14:00an li ber Dadgeha Mêrdînê rû da.

Piştî rûniştina dozekê di navbera 2 koman de nîqaş derket û nîqaş veguherî pevçûnê.

Li gorî zanyariyan ji ber pevçûnê yek jê parêzer 4 kes birîndar bûn.

Navên birîndaran wiha ne; Aslan T. (42)  Muhammed A. (20), Burhan A. (45) û Mehmet Saît A. (52).  

Li gorî zanyariyan tohmetbar bi wesayîtê ji cihê bûyerê reviyane.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê piştî mudaxeleyê birîndar birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.

Hat zanîn ku rewşa birîndaran baş e.