SILOPIYA - Ciwanek 5 roj in winda ye: Dê li Zaxoyê li wî bigerin

21-11-2024
RÛDAW
Serkan Yalgettekînê pismamê Husamettîn Yalgettekîn bû mêvanê Rûdawê/Wêne: Rûdaw Grafîk
Serkan Yalgettekînê pismamê Husamettîn Yalgettekîn bû mêvanê Rûdawê/Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Silopiya Winda Zaxo Çemê Dîcleyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanekî ji navçeya Silopiyayê ya Şirnexê 17ê mehê winda bûye û heta niha kes nizane li kû ye.

Li gorî zanyariyan Husamettîn Yalgettekînê 22 salî herî dawî li Parka Ataturkê ya li peravê Çemê Dîcleyê hatiye dîtin.

Tîmên AFADê di nava Çemê Dîcleyê de dest bi lêgerînê kir û heta bi sînorê Başûrê Kurdistanê hatin.

Serkan Yalgettekînê pismamê Husamettîn Yalgettekîn bû mêvanê bultena Bakur a Rûdawê û bersiv da pirsên Hêvîdar Zanayê.

Serkan Yalgettekînê pismamê Husamettîn Yalgettekîn got:

“Ew 17ê mehê serê sibehê ji mal derketiye. Saet derdora 11:00-12:00an li Cizîrê ew hatiye dîtin.

Em 4 roj in li derdora çem, li Cizîr û Silopiyayê li kamerayan dinêrin.”

Serkan Yalgettekîn diyar kir ku ew bi malbata xwe re pev neçûye anî ziman:

“Me ji bira û bavê wî pirsî û wan got ku ti pevçûn di navbera wan de derneketiye.

Ti pirsgirêkên wan jî nînin. Kurekî di halê xwe de bû, diçû ser karê xwe û dihat.

Derûnê wî jî baş e, ti pirsgirêkên wî nînin. Destê sibehê derketiye û bersiv nedaye telefona xwe.”

“Kurekî di halê xwe de bû”

Serkan Yalgettekîn her wiha da zanîn:

 “Kurekî bêdeng bû û em şikê nabin ser kesî. Di navbera wî û kesekî de di pirsgirêk nebûn.”

Nûçegihanê Rûdawê yê Zaxoyê Xerîb Mecîd diyar kir ku malbata Yalgettekîn ji Birêvebiriya Zaxoyê û Tîmên Parastina Sivîlan a Zaxoyê xwestiye ku li aliyê din ê sînor li kurê wan bigerin.

Li gorî zanyariyên Xerîb Mecîd, Tîmên Parastina Sivîlan a Zaxoyê ji bo lêgerîna Husamettîn Yalgettekîn dest bi amadehiyan kirine.

Xerîb Mecîd amaje bi wê yekê kir ku ew cihê ku dê lêgerîn lê were kirin di navbera Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê de ye û herêmeke ewlehiyê ye û pêwîstî bi destûrê heye.

Nûçegihanê Rûdawê da zanîn ku niha tîmên Nobedarên Sînor ên Zaxoyê û tîmên Parastina Sivîlan ên Zaxoyê ji bo dîtina cenazeyê Husamettîn Yalgettekîn li Çemê Dîcleyê çavdêriyê dikin.

Malbata Husamettîn Yalgettekîn bi vîdeoyekê ji Rûdawê xwestibû ku dengê wan bigihînin raya giştî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst