Bayram Bozyel: Em dê bi Amerîka û Yekîtiya Ewropayê re bicivin

Hewlêr (Rûdaw) – Bayram Bozyel diyar kir ku ew dê daxwazên Kurdan wekî beyannameyekê eşkere bikin û di vê çarçoveyê de bi Amerîka, Yekîtiya Ewropayê (YE) û Brîtanyayê re bicivin.

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel tevî şandeyekê li Herêma Kurdistanê ye.

Bayram Bozyel li ser pêşhatên dawî pêşhatên dawî “pêvajoyê” û ji Rûdawê re axivî.

Serokê PSKyê bersiv da pirsên pêşkeşkara Rûdawê Hêvîdar Zanayê.

Li gorî Bayram Bozyel, aniha CHP ji bo çareseriyê dixwaze rolekê bilîze. Rola niha ya CHPyê ji ya beriya 10 salan baştir e.

“Ji bo çareseriyê derferên baş hene”

Siyasetmedar Bozyel behsa pêvajoya çareseriyê ya sala 2013yan jî kir û wiha got:

“Beriya bi 10 salan, sala 2009an û 2013an de dema AK Partiyê û Recep Tayyîp Erdogan dest bi pêvajoya çareseriyê kiribûn CHP û serokê wê demê yê CHPyê li dijî pêvajoyê derdiketin.

Dîsa em dikarin bibêjin MHP jî li dijî pêvajoyê bû.  Em dikarin bêjin yek ji wan sêdema têkçûna pêvajoya çareseriyê muxalefeta Tirkiyeyê bû.

Niha CHP dixwaz di pêvajoyê rolekê bilîze. Ozgur Ozel di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku ew jî dixwaze dewletekê diyarî Kurdan bike.

Piştre îzahat kir ku heta niha ev dewlet ne dewleta Kurdan e û divê dewlet guhertinên wisa bike ku Kurd jî xwe wekî xwediyê dewletê bibînin.

Li gorî 10 sal berê ev gaveke xirab nîne. Her kes di vê meseleyê de hesabê rayagiştî dike hesabê populîzmê dike.

Divê em zêde guh nedin wan daxuyaniyên Ozgur Ozel û ji wan bawer nekin. Heger em temaşe bikin, AK Partî desthilat xwedî ajantajên mezin e.

Li aliyê Tirkiyeyê piştgiriyeke mezin ji bo pêvajoyê heye. AKP pêşengiya vî karî dike. MHPya ku beriya bi 10 salan dijberiya vê meseleyê dikir aniha şirîkî vê qonaxê ye.

CHP ew partiyeke ku avakarê vê komarê ye. Ne li dijî vê pêvajoyê ye. Em nizanin bê ka dê sibehê çi biguhere.

Partiyên ku giraniyan wan hene yên wekî, Yenîden Refah, Partiya Pêşerojê, Partiya Devayê ew ne li dijî vê meseleyê ne.

Heger îradeyeke baş hebe li gorî 10 sal berê derfetên baş ên çareseriyê hene.”

“Divê dewlet mafên xesp kiriye vegerîne”

Bayram Bozyel di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku divê dewlet mafên xesp kiriye vegerîne û wiha got:

“Daxwazên Kurdan zelal in, Kurd dizanin bê ka çi dixwazin û li ser wan daxwazan ji sedî 90ê wan li hevdû dikin.

Ew daxwaz jî diyar in, ew mafên ku dewletê xesp kirine divê bêne vegerandin.

Di dema avakirina komarê de dewletê nasnameya miletê Kurd qebûl nekiriye, gava yekem, elîfbaya meseleyê naskirina nasnameya miletê Kurd e.

Miletek heye li Kurdistanê û bi qasî Tirkan li li Anatolyayê dijîn. Heger miletek hebe zimanê wî jî heye.

Dewleta Tirkiyeyê di van 100 salan de herî zêde dijberiya zimanê Kurdî kiriye.

Heger behsa çareseriya Pirsa Kurd tê kirin divê wekî gaveke din a yekem rakirina qedexeya li ser zimanê Kurdî be.

Divê astengiyên li pêşiya Kurdî bên rakirin û dewlet ji bo pêşveçûna Kurdî derfertan ava bike.

Daxwazên Kurdan li ser vê jî zelal in. Kurd dibêjin, ‘Divê zimanê Kurdî ji dibistanên seretayî heta zanîngehan bibe zimanê perwerdeyê’

Çend xalên din jî hene ku gelekî muhîm in, vegerandina navên Kurdî. Hûn dizanin ew kar jî beşekî polîtîkaya asîmîlasyonê bû.

Tunekirina navên bajar û gund û war û çol û çeman divê bi dawî bibe û navên wan ê Kurdî vegere.

Meseleyeke din a gelekî girîng jî windabûna gorên serok û rêberên Kurdan e. Heta niha jî cihê gorên rêberên Kurdan nehatine eşkerekirin.

Em jî vê dixwazin û partiyên din jî dixwazin, gorên rêberên Kurdan were eşkerekirin dê ji bo pêvajoyê rê jî xweş bibe. “

“Bi tayînkirina qeyûman çareserî nabe”

Serokê PSKyê eşkere kir ku bi tayînkirina qeyûman durist nabe û wiha got:

“Tu dê hem beha pêvajoyê bikî hem jî qeyûman bi ser şaredariyan de tayîn bikî ev nabe.

Tu dê li aliyekî siyasetmedaran desteser bike û rêyên diyalogê bigirî ev nabe.

Ji bo 4 partiyên Kurdistanî dozên girtine vekirine û Kur xistine nava mengeneyê û tu bibêjî were em vê meseleyê hal bikin wisa hal nabe.

Divê tu di destpêkê de destê muxatabatê xwe berde û tu bihêlî biaxivî da ku raya giştî bixe nava hareketê.

Xaleke me ya muşterek a siyaseta Kurdan jî ew e ku divê Kurd li axa xwe îdare bikin.

Ev dibe ku di çarçoveya otonomiyê de be.

Ev dibe ku di çarçoveya federasyonê de be. Aniha di vê pêvajoyê de di rojeva me de serxwebûn nîne.”

Li gorî gotinê Bayram Bozyel dê mehê pêşiya me tevî HAK- PAR, PDK-BAKUR, PWK û gelek sazî û kesayetên din civînekê li dar bixin.

“Em dê bi Amerîka, Yekîtiya Ewropa û Brîtanyayê re jî bicivin”

Bayram Bozyel amaje bi wê yekê kir ku dê di civînê de li ser daxwazên Kurdan biaxivin û wiha got:

“Meha pêşiya me, em partiyên siyasî, belkî di qonaxa yekem de DEM Partî nebe,  komele, saziyên sivîl û kesayetên Kurd dê li hevdû bicivin.

Em dê hem li ser vê pêvajoyê hem li ser destûrê dê nêrînê xwe ji raya giştî re pêşkêş bikin.

Em dê daxwazên xwe pêşkêşî muxalefet û desthilatê bikin.

Em dê bernameya xwe daxwazên xwe pêşkêşî aliyên pêwendîdar jî bikin.

Em dê bi Amerîka, Yekîtiya Ewropa û Brîtanyayê jî hevdîtinên rû bi rû bikin. Ji xwe ev pêvajoyeke û dem dixwaze.

Em jî dixwazin xwe li gorî wê pêvajoyê amade bikin.

PSK, HAK- PAR, PDK-BAKUR, PWK komên me yên hêja hene baro, dezgehên medenî, dezgehên karsazan hene, sendîkayên me hene dê ew beşdarî civînê bibin.

Em dê belgeya daxwazên xwe pêşkêşî raya giştî bikin. “