Hawrê Tofîq: Serjimêrî dê bandorê li hejmara kursiyan bike

2 demjimêr berê
Hawrê Tofîq / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Hawrê Tofîq / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Îraq Herêma Kurdistanê Parlamento Kursî Hejmar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Pêwendiyan ê Serokkomariya Îraqê Hawrê Tofîq got, “Serjimêrî dê bandorê li hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê bike.”

Li Îraq û Herêma Kurdistanê nifûs tê hejmartin, pêvajoya ku doh dest pê kir îro jî berdewam dike.

Berpirsê Pêwendiyan ê Serokkomariya Îraqê Hawrê Tofîq bû mêhvanê bultena Rûdawê û pirsên Senger Abdulrehman û Hêvîdar Zanayê bersivandin.

“Divê hejmara kursiyên Parlamentoya Îraqê bibe 450”

Hawrê Tofîq amaje bi girîngiya encamên serjimêriyê kir û got:

“Encama serjimêriyê dê bandorê li hejmara kursiyên parlamentoyên Îraq û Kurdistanê bike çimkî li gorî Makezagona Îraqê serê 100 hezar kesî kursiyek dikeve.”

Parlamentoya Îraqê ji 325 kursiyan pê tê, Tofîq diyar kir ku dibe ev hejmar biguhere û anî zimên:

“Amar nîşanî me didin ku nifûsa Îraqê nêzîkî 45 milyonan bûye.

Ji ber vê jî divê hejmara kursiyên Parlamentoya Îraqê bibe 450.”

“Dibe ku kursiyên Parlamentoya Kurdistanê kêm bibin”

Divê were gotin ku Parlamentoya Kurdistanê ji 100 kursiyî pêk tê.

Berpirsê Pêwendiyan ê Serokkomariya Îraqê amaje pê kir ku pêdiviya Herêma Kurdistanê bi makezagonake nû heye û berdewam kir:

“Eger Herêma Kurdistanê di dema parlamentoya nû de makezagoneke nû û taybet amade neke dê mecbûr bibe ku makezogana Îraqê bi cih bîne.

Divê rewşê de eger nifûsa Herêma Kurdistanê 6 milyon û 700 hezar kes be dê hejmara kursiyan bibe 67.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst