BISMIL - Lehî bû sedema gelek xisarên madî

21-11-2023
RÛDAW
Kewarên mêşan ên ku di bin lehiyê de mabûn/Wêne: AA
Kewarên mêşan ên ku di bin lehiyê de mabûn/Wêne: AA
Nîşan Bismil Amed Lehî Mêşên Hingiv Kewarên Mêşan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bismilê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji ber lehiyê zerer gihîşt 2 hezar kewarên mêşên hingiv.

Li Bakurê Kurdistanê roja yekşemê di encama barana gur û berfê de zererên canî û madî çêbûn.

Navçeya Bismilê ya parêzgeha Amedê jî yek ji wan navçeyên Bakurê Kurdistanê ye ku di lehiya rojên dawî de zerereke mezin gihîştiyê.

Li navçeyê av ket hundirê gelek malan, tîmên AFADê û şaredariyê hewl didin bi tankeran avê derxin.

Ji ber lehiya 19 û 20ê Çiriya Paşînê gelek kewarên meşên hingiv û ajel li ber avê çûne.

“Hemû kewarên me li ber lehiyê çûn”

Mêşvan Mehmet Hadî Yildirim got  "Ev 20 sal in ez karê xwedîkirina mêşên higiv dikim.

Ev çend sal in me mêşên xwe dianîn Bismila Amedê. Hevalekî telefon kir û got lehî rabû.

Em hatin me dît ku kewarên me hemû di nav lehiyê de mane û tij av bûne. Me hinek rizgar kirin.

Derdora demjimêr çarê sibehê careke din lehî rabû û yên ku me rizgar kiribûn jî li ber lehiyê çûn."

Ji ber lehiyê tevî ava ku ket hundirê malan û xirabbûna çendîn axurên pez û dewaran, li wê navçeyê 2 hezar kewarên mêşên hingiv ên 5 mêşvanan, 200 elok û dewarek jî li ber lehiyê çûne.

“Hezar kewerên me hebûn me nekarî yekê jî rizgar bikin”

Mêşvan Mehmet Hadî Yildirim diyar kir, "Hezar kewarên me yên mêşên hingiv hebûn û hemû li ber lehiyê çûn.

Me nikarî yekê jî rizgar bikin. Ev 8-9 sal bûn me mêşên xwe dianîn vê navçeyê, cara yekem e em tiştekî wiha dibînin."

Li gorî amarên fermî di wan lehiyên ku li çendîn bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdsitanê çêbûne de, 9 kesan canê xwe ji desta da û 52 kes birîndar bûne

Herwiha 11 kes jî winda ne û zerer û ziyanên madî jî zêde ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst