Kurdên Afrîkayê vageriyan warê bav û kalên xwe: ‘Ev xewna me bû’

21-11-2023
Kurdên Afrîkayê vageriyan warê bav û kalên xwe / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Kurdên Afrîkayê vageriyan warê bav û kalên xwe / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Neviyên Mela Ebubekir Efendî Xoşnaw Kurdên Afrîkayê Sîsawa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Xoşnawên ku bapîrê wan beriya niha bi du sed salî çûbû Afrîkayê vegeriyan gundê Sîsawayê yê navçeya Herîrê ya Hewlêrê.

Zaneyê Kurd Mela Ebubekir Efendî Xoşnaw salên 1800î ji Kurdistanê çûbû Afrîkayê.

Neviyên wî vegeriyan gundê bav û kalên xwe û li gund bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin.

“Ev serpêhatiya me ya li vê derê wekî xewnekê bû”

Mihemed Zobriyê ku yek ji naviyên Mela Ebubekir Efendî Xoşnaw e got:

“Xewnên min tên cih. Ev zêdetir ji 150 salî ye ku hatina Sîsawayê xewna bavê min, apê min û pismamên min e.

Ev serpêhatiya me ya li vê derê wekî xewnekê bû. Kurd gelê herî mêvanperwer ê cîhanê ye.

Min li Cape Townê roja 3 danan nan dixwar lê ji ber ku xwarinê vê derê gelekî xweş in niha 5-6 danan dixwim.”

Evdila Ebûbekirê ku neviyekî din ê Mela Ebubekir Efendî Xoşnaw e jî wiha axivî:

“Ez pê dihisim ku Kurdên resen ev nifş in. Min û pismamên xwe cilên xwe yên Kurdî li xwe kirin.”

Neviyên Mela Ebubekir Efendî Xoşnaw, ji aliyê 700 meqûl, rûspî û pêşengên olî ve hatin pêşwazîkirin.

Metranê Şeqlaweyê Enîs Yeqûb jî yek ji wan kesan bû ku Kurdên dûrketî bi dilgermî pêşwazî kirin.

"Em pê serbilind in"

Enîs Yeqûb got, “Em pê serbilind in kesên Kurd, kesên ji Kurdistanê li warê bav û kalên xwe dengê xwe gihand cîhanê.”

Celal Begê ku yek ji şêniyên Sîsawayê ye hestên xwe wiha anîn zimên:

“Xweda dizane, ev hefteyek e ku ez ranezame. Me go bila em li hemberî wan rûreş nebin û bila bi Xoşnawetiya xwe serbilind bibin.”

Mela Ebubekir Efendî Xoşnaw sala 1814an wekî zarokekî malbateke ji eşîra Xoşnawan li gundê Sîsawayê yê navçeya Herîrê ya Hewlêrê hatiye dinê.

Sala 1863yan koçî bajarê Cape Townê yê Afrîkaya Başûr kiriye.

Mela Ebubekir Efendî Xoşnaw 18 salên dawî yên jiyana xwe li Cape Townê derbas kirine.

Zanayê Kurd ji roja yekem a çûyîna xwe ya Afrîkaya Başûr ve taybetî ji bo ku keç fêrî xwendin û nivîsandinê bibin, kedeke mezin daye.

Mela Ebubekir Efendî Xoşnaw li Cape Townê dibistaneke keçan vekiriye û wî bi sedan xwendekarên keç perwerde kirine.

Zanayê Kurd sala 1880î çûye ser dilovaniya xwe.

Tora Medyayî ya Rûdawê xwe gihand neviyên zaneyê Kurd Ebubekir Efendî Xoşnawê ku salên 1800î ji Kurdistanê çûbû Afrîkayê û li serê belgefilmek amade kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst