Li 8 navçeyên Erziromê dibistan ji ber berfê hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li 8 navçeyên parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê, îro ji ber berf û rewşa xirab a hewayê dibistan hatin girtin.

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê 2 roj in berf û baran berdewam e û jiyan zehmet bûye.

Parêzgariya Erziromê ragihand ku li parêzgehê berf û qeşayeke zêde heye û li hinek navçeyan dibistan hatine girtin.

Li gorî daxuyaniya parêzgariyê, li dibistanên navçeyên Eşqele, Xorasan, Gogsî, Îd, Tortûm, Avnik, Tatos û Çadê yên ku xwendekar bi sîstema veguhastinê diçin wan îro ders nayên kirin.