Îsraîl û Hemasê li hev kir

21-11-2023
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Televîzyona KANê ya hikûmeta Îsraîlê ragihand ku artêşa Îsraîlê rêkeftina pevguhertina rehîneyan a bi Hamasê re qebûl kiriye.

Televîzyona KANê diyar kir ku artêşa Îsraîlê dibe ku rojên agirbestê ji bo ji nû ve rêxistinkirina ji bo êrişa bejahî ya li başûrê Xezeyê bi kar bîne.

Di nûçeyê de hat ragihandin, “Artêşa Îsraîlê di vê qonaxê de bê dudilî rêkeftin qebûl kir û dê agirbestê ji bo ji nû ve rêxistinkirina hêzên xwe yên li qadê bi kar bîne.

Herwiha ji bo berfirehkirina manewraya bejayî ya li bi başûrê Xezeyê jî amadekarî tên kirin.”

Li gorî nûçeya KANê, di berdêla berdana 150 girtiyên Filistînî ku di nava wan de zarok û jin hene, dê 50 rehîneyên Îsraîlî bêne berdan û dê 4 roj agirbest bê ragihandin.

Netanyahu: Dê rehîne gav bi gav bên berdan

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu derbarê peymanê got, “Hikûmeta Îsraîlê îro rastî biryareke dijwar hat lê biryara rast da.”

Netanyahu diyar kir ku dê rehîne gav bi gav bên berdan.

Netanyahu herwiha eşkere kir ku di peymana ku hatiye gotûbêjkirin de, dê Xaça Sor bigihêje rehîneyên di destê Hamasê de û alîkariya bijîşkî ya pêwîst bigihînin wan.

Netanyahu tekez kir ku eger li Xezeyê agirbesteke demkî jî were kirin ew dê şerê li dijî Hemasê bidomînin.

Li gorî Îsraîlê, di destê Hamasê de 239 rehîneyên Îsraîlî hene.

Di girtîgehên Îsraîlê de nêzîkî 7 hezar girtiyên Filistînî hene ku 2 hezar ji wan jî girtiyên îdarî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst