Li Silêmaniyê malbat pev çûn: Zarokekî 12 salî hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Li taxa Hiwanê ya parêzgeha Silêmaniyê di navbera du malbatan de pevçûn derket, di encamê de zarokekî 12 salî mir û 6 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Rêveberiya Polîsên Silêmaniyê Serkewt Ehmed ji Rûdawê re ragihand ku her du malbatan di pevçûnê de çek bi kar anîne.

Di encama pevçûnê de, zarokekî 12 salî canê xwe ji dest û 6 kes jî birîndar bûn.

Rêveberê Nexweşxaneya Silêmanî Şoreş Dr. Çalak Qadir jî diyar kir ku rewşa yekî ji birîndaran jî giran e.

Li gorî agahiyên Rêveberiya Nexweşxaneyê, kesê ku rewşa wî giran e zarokekî 16 salî ye.

Derbarê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.