Li Serhedê barîna berfê bû cihê kêfxweşiyê

21-11-2023
RÛDAW
Li herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê berfeke baş bariya / Wêne: AA
Li herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê berfeke baş bariya / Wêne: AA
Nîşan Bakurê Kurdistanê Serhed Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê berfeke baş bariya û bajar û gund spî kirin.

Berf û baran û şilî, li aliyekî Bakurê Kurdistanê dibe sedema karesatan û bi dehan malbatan bê mal û sitar dihêle, li aliyê din jî dilê hemwelatiyan xweş dike û malên wan şên dike.

Li navçeyên Erdîş û Bêgirê yên Wanê xelk ji kêfa barîna berfê derket kolanan û şa dibe ku dê berf bereketê bîne û rê li ber hişkesaliyê bigire.

“Em hêvîdar in ev berf ji hişkesaliyê re bibe derman."

Welatiyê bi navê Muhsîn Yilmazê xelkê navçeya Erdîşê got:

"Danê êvarî barîna berfê dest pê kir, bi destpêkirina berfê re em tevî hevalên xwe derketin derve.

Em bi kelecan Ii benda barîna berfê bûn. Erdîşa me ya kesk dibe Erdîşa spî. Em hêvîdar in ev berf ji hişkesaliyê re bibe çareserî û derman."

Herwiha li parêzgeha Qersê jî berfê bajar spî kiriye.

Li wê parêzgehê jî zarok derketin nava berfa çîl spî û wan ji xwe re bi goka berfê leyîst.

“Ji ber barîna berfê em gelekî bextewer in”

Xwendekareke din jî kêfxweşiya xwe wiha anî ziman:

"Sibehê dema hatim dibistanê berf dibariya û ez gelekî kêfxweş bûm. Em ji xwe re bi berfê dileyîzin. Ji ber barîna berfê em gelekî bextewer in."

Zarokan bûka berfê çêkir

Xwendekarekî din jî got, “Ji ber barîna berfê em gelekî kêfxweş in, em bûka berfê çêdikin."

Her çiqas barîna berfê wekî bereketa xwezayê tê dîtin û dilê gelek kesan xweş kiriye lê ji bo hinekan jî bûye sedema zehmetiyan.

Ji ber barîna berfê li Serhedê rêya bi sedan gundan hatiye girtin û bi dehan otomobîl jî di rê de asê mane. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst