Li Şirnexê hemû çalakî 7 rojan qedexe ne

21-11-2023
RÛDAW
Nîşan Şirnex Qedexe Çalakî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê meş, xwepêşandan, civînên çapemeniyê, grev, vedana konan û çalakiyên rûniştinê 7 rojan hatin qedexekirin.

Parêzgariya Şirnexê ragihand ku ji roja Çarşemê û pê ve 7 rojan hemû çalakiyên wekî xwepêşandan, meş, grev, vedana çadir û standan û çalakiyên bi wî rengî li wê parêzgehê qedexe ne.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Şirnexê ew biryar bi armanca yekparçeyiya dewletê, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û pêkanîna aramiyê, rêgirtin li tawanan, parastina maf û azadiyên xelkê hatiye dayîn.

Parêzgariya Şirnexê herwiha da zanîn ew biryar çalakiyên wek bernameyên taybet ên saziyên fermî, cejnên fermî û çalakiyên werzişê li xwe nagiqedere.

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê salên dirêj in qedexeyên hene tên dirêjkirin.

Her çiqas ji aliyê hiqûqnasan ve ew biryar wekî dijî yasayan tê nirxandin lê bi piranî parêzgarî îdia dikin ku bi hinceta ewlehiyê biryara qedexeya çalakiyan didin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir