Ugur Kaymaz 19 sal berê hat kuştin: Bi şimikê li pey bavê xwe çûbû

21-11-2023
RÛDAW
Nîşan Ugur Kaymaz Ahmet Kaymaz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di ser kuştina Ugur Kaymazê 12 salî û bavê wî Ahmet Kaymaz re 19 sal derbas bûn.

Ugur Kaymaz û bavê wî, îro di 19emîn salvegera kuştina wan de li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê hatin bibîranîn.

Parlamentera HEDEPê ya Mêrdînê Berîtan Guneş, berpirsên HEDEPê yên Qoser û Mêrdînê û malbata Kaymazan li goristanê beşdarî bîranînê bûn.

Bêrîtan Guneş di bîranînê de axivî û wiha got, “Kujerên Ugur Kaymaz û bavê wî hatin parastin û xelatkirin.

Ji bo Ugur bidin jibîrkirin wan peykerê wî hilweşand û navê wî ji parkê rakir lê hûn çi dikin bikin, Ugur, Ahmet, Ceylan û Cemîle nayên jibîrkirin.”

Roja 21ê Çiriya Paşîna 2004an hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li Qoserê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKyê, bi ser mala Ahmet Kaymaz de girt.

Hêzên ewlehiyê piştî mala Kaymaz dorpêç kir, li ber deriyê malê gule li Ugur Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymaz reşandin.

12 salî bû bi 13 guleyan hat kuştin

Li gorî rapora Bijîşkiya Dadî, 8 gule li Ahmet Kaymaz û 13 gule li laşê Ugur Kaymazê ku bi şimikan li pey bavê xwe çûbû ber derî ketibûn.

Her duyan jî li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Piştî bûyerê, parêzgarê wê demê yê Mêrdînê di daxuyaniyekê de îdîa kiribû ku "2 gerîlayên PKKyê hatine kuştin" ku wan amadekarî dikir çalakiyên çekdarî bikin.

Beşeke medyaya Tirkiyeyê jî wêneyê Ugur Kaymazê 12 salî li gel nûçeyekê belav kirin û ew wekî “terorîst” nasand.

Li ser daxwaza malbata Kaymazan, li Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê gilî hat tomarkirin û di dosyeya kuştina Ugur Kaymaz û Ahmet Kaymaz de 4 polîs dihatin dadgehkirin.

Bi hinceta ewlehiyê dosye ji Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê ji bo Dadgeha Eskîşehîra Tirkiyeyê hat veguhestin.

Dadgeha Eskîşehîrê bi hinceta “parastina xwe kirine” her çar polîs ceza nekirin û biryar da ku wan tawan nekirine.

Ev biryara Dadgeha Eskîşehîrê bi tevahiya dengên Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê hat pesendkirin.

Tevî biryara DMMEyê lêkolîn hat redkirin

Parêzerên Komeleya Mafên Mirovan a Mêrdînê dosye veguhast Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME).

Di wê dosyeyê de ku Tirkiyeyê biryara bêtawanbûna tohmetbaran dabû, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Sibata 2014an ji ber “binpêkirina mafê jiyanê” cezayê dana pereyan li ser Tirkiyeyê ferz kir.

Li gel biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li ser wê dosyeyê, Dadgeha Destûrê ya Tirkiyeyê red kir ku careke din lêkolînê derbarê wê bûyerê de bike.

Parêzerên dosyeya Ugur Kaymaz di sala 2019an de careke din daxwaz ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kir ku çavdêriya cibicihnekirina biryara dosyeya kuştina Ugur Kaymaz û Ahmet Kaymaz bike.

Ji wê rojê û heta niha ti pêşhateyeke nû û guherînek derbarê wê dosyeyê de çênebûye.

Gora Ugur Kaymaz û bavê wî hat têkdan

Hefteya borî kêlikên gorên Ugur Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymaz hatibûn têkdan û şikandin.

Gora wan cara duyem hat têkdan lê tawanbar nehatin diyarkirin û girtin.

Hêzên ewlehiyê li ser bûyerê heta niha ti daxuyanî nedane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst