Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser êrîşên Îranê daxuyanî da

21-11-2022
RÛDAW
Nîşan Hikûmeta Herêma Kurdistanê Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê têkildarî êrîşên mûşekî û dronî yên Îranê bo ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek weşand û tevî şermezarkirina wan êrîşan bang li Tehranê kir, “vê kampîna li dijî Herêma Kurdistanê rawestîne.”

Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de tê gotin, “Em bi awayekî herî tund êrîşa şeva bihorî ya Komara Îslamî ya Îranê bo ser Herêma Kurdistanê şermezar dikin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, “ti hincetek ji bo binpêkariya berdewam a serweriya Iraqê û Herêma Kurdistanê ji aliyê Îranê ve tune ye û binpêkirineke aşkere û zelal a qanûn û hiqûqa navdewletî û pêwendiyên cîratiyê ye.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji Îranê dike, “vê kampîna li dijî Herêma Kurdistanê rawestîne, çimku aramî qet bi rêya tundûtîjiyê ve nayê bidestxistin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha daxwaz ji “dost û hevbeşên xwe yên di Hikûmeta Federal de, Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî dike, helwestekî zelal û aşkere li bermaber êrîşên berdewam ên Îranê nîşan bidin.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst