Firokeyên Tirkiyê gundên Şehba û Minbicê bombebaran kirin

21-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Firokeyên Tirkiyê şevê din gundên Şehba û Minbicê bombebaran kirin û li gor agahiyan, di encama bombebarana gundekî Şehbayê de 2 leşkerên artêşa Sûriyê birîndar bûne.

Li gor medyaya xwecihî, şevê din demjimêr 12:15 firokeyên şer ên Tirkiyê gundê Bêlûniyê yê devera Şehbayê li Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirine û 2 leşkerên Sûriyê birîndar bûne.

Di heman demê de firokeyên Tirkiyê gundên Hoşeriyê û Cat ên li rojhilatê Minbicê jî bombebaran kirine.

Li gor agahiyan, di êrîşên li ser wan gundan de zirarên canî çênebûne.

Ji şeva 19 Mijdarê ve Tirkiyê li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê dest bi operasyoneke nû kiriye. Di nav 2 rojan de li Rojavayê Kurdistanê 29 kesan canê xwe ji dest dane.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst