Wezareta Derve ya Iraqê: Êrîşên Tirkiyê û Îranê binpêkirina serweriya Iraqê ne

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Derve ya Iraqê ragihand ku êrîşên Tirkiye û Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê bi rêya mûşek û dronan binpêkirina serweriya Iraqê ye û dibêje: "Iraq red dike ku axa xwe bike meydanek ji bo çareserkirina aloziya di navbera aliyên derve de.”

Wezareta Derve ya Iraqê îro Duşemê 21ê Mijdara 2022yan de bi daxuyaniyekê êrîşên artêşa Tirkiyê û Îranê yên bi dron û mûşekan ên li ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kirin û ew êriş red kirin.

Di daxuyaniya xwe de Wezareta Derve ya Iraqê ragihand, êrîşên ku bi ser serweriya Iraqê û deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê de têne kirin, berevajî yasa û peymanên navdewletî ne û got: “Em naxwazin welatê me bibe qada şerê ji bo çareserkirina aloziyên di navbera aliyên derve de.”

Wezareta Derve ya Iraqê herwiha tekez kir ku êrîşên dubare yên hêzên Îran û Tirkiyê bi mûşek û dronan li dijî Herêma Kurdistanê binpêkirina serweriya Iraqê ne û berevajî bingeha mafên cîrantiyê ye.

Di heman demê Wezareta Derve ya Iraqê amaje bi wê yekê kir ku axa Iraqê nabe bibe zemîneke bo ziyangihandina ti welatên cîran û red dike ku Iraq bibe qada milmilanî û yekalîkirina şerê siyasî yê aliyên derve.

Ev daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê piştî wê yekê tê ku roja 20ê Mijdarê artêşa Tirkiyê operasyonek bii navê Pençe - Şûr ragihand û êrîşî çend cihên li nav axa Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi hinceta hebûna PKKê kir.

Her îro serê sibê 21ê Mijdarê Komara Îslamî ya Îranê bi dron û mûşekan êrîşî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir. Baregeha PDKÎ li navçeya Koye, Kampa Cejnekan li nêzîk Hewlêrê û baregeha Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê li Zirgwêz a Silêmaniyê bûne armancên êrîşên Îranê.