Ji ber êrişên Îranê jin û zarok ji Kampa Cêjnîkan tên derxistin

21-11-2022
Helebja Sadon
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Êrişên Îranê Partiyên Rojhilatê Kurdistanê Kampa Cêjnîkan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îranê şeva borî careke din bi dron û mûşekan êrîşî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir. Li gor zanyariyan, baregeha PDKÎ li navçeya Koye, Kampa Cêjnîkan li nêzîk Hewlêrê û baregeha Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê li Zirguwêz a Silêmaniyê bûne armancên êrîşên Îranê.

Piştî şeveke dagirtî bi tirs û saw, mam Mihemed bi tenê di nava mala xwe de li benda aramiyê ye. 25 sal e mam Mihemed Pîranşara Rojhilatê Kurdistanê bicih hiştiye û li gel 4 zarok û hevjîna xwe di nava kampa Cêjnîkan de dimîne.

Lê ji şeva borî ve ji ber êrîşekî li ser kampê, malbata xwe şandiye Hewlêrê. Bi gotina wî eve şeşem car e kampa wan rastî êrîşan tên.

Welatiyê kampa Cêjnîkan Mihemed Kurde dibêje "Îran li hemû cihan bela xwe ji Kurdan venake. Hem li hundir xelkê sivîl dike armanc û hem yên derve jî."

Şeva borî demjimêr 12:20  kampa Cêjnîkan, rastî êrişa dron û 2 moşekan hat. Li cihên herdu muşekan, tenê ziyana madî çêbûn. Mam Silêman jî xelkê Şino ya Rojhilatê Kurdistanê ye.

Ew jî her di tirsa wê êrîşê de, hersê zarok û hevjîna xwe ji kampê derxistine û ji şeva borî ve çavê wî li ser nûçeyane, belku careke din bi kombûna malbata xwe şad bibe.

Welatiyê kampê Silêman Mîna Pak got "Dema dengê mûşekan hat, malbata min radizan. Ji xew rabûn kirin girî. Dema em derketin derve, cîran her hemû li derve bûn û malbatan yekser kamp bicih hiştin û reviyan."

Kampa Cêjnîkan 110 malbatên xelkê Rojhilatê Kurdistanê li xwe digre, ku nêzîkî 350 kes in.

Piştî armanckirina wê, jin û zarokan kamp bicih hiştin, niha tenê zilam di nav de mane. Herweha xwendin jî di nava kampê de hatiye rawestandin.

Kampa Cêjnîkan dikeve sinûrê Parêzgeha Hewlêrê. Niha cadeyên kampê bê deng mane, xanî çûlbûne. Her malbatek jî weku mam Mihmed û mam Îsmaîl li benda çareseriyekî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst