Hêzên Rizgariya Efrînê: Me 6 polîs û serbazên Tirkiye kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Rizgariya Efrînê ragihandin, wan li bakurê Sûriyê dijî hêzên Tirkiye du êrîş pêk anîne di encam de 6 polîs û serbazên Tirk hatine kuştin, herwiha 14 polîs û serbaz jî birîndar bûne.

Hêzên Rizgariya Efrînê roja 21ê Mijdarê di daxuyaniyekê de ragihandin, wan du êrîş dijî polîs û serbazên Tirkiye pêk aniye,  yekem êrîş li ser binkeya polîsên taybet ên Tirkiye li deriyê Bab el-Selame li bakurê Helebê bû, di encam de 3 polîs hatin kuştin û 8 polîsên din jî birîndar bûn, duyem êrîş jî li bajarokê Mariê bo ser  binkeyeke hêzên Tikriye bû, di encam de 3 serbaz hatine kuştin û 4 serbazên din jî birîndar bûne.

Şeva 19ê Mijdarê, firokeyên Tirkiye bi rêya operasyona “Pence-Şûr” êrîşî bajar û gundewarê Rojavayê Kurdistanê kirin.

Di encama êrişên Tirkiyê de zêdeyî 35 sivîl, şervanên HSDê û serbazên Sûrî cane xwe ji dest dan, herwiha ziyaneke zêde gehişt jêrxan û mal û milkê xelkê navçeyê.