Li Wanê polîsan rê neda protestoya HDPê

21-11-2022
RÛDAW
Nîşan HDP Wan Êrişên Tirkiyê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, polîsan êrîşî protestoyên dijî êrîşên Tirkiyê bo ser Rojava û Başûrê Kurdistanê kirin û kesek hat desteserkirin.

Li Wanê rêxistina HDPê îro 21ê Mijdarê, xwest li pêş avahiya Şaxa HDPê ya Ertemêtan li dijî êrîşên Tirkiyê bo ser Rojava û Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrîşan şermezar bike.

Lê polîsan rê nedan endamên HDPê ku daxuyaniyê bikin û êrîşî xelkê kirin. Di dema aloziyan de peyamnêrê Yeni Yaşamê Şakir Bedir hat desteserkirin.

Xelk ji neçarî vekişiya nav avahiya HDPê ya Ertemêtan û polîsan avahî dorpêç kirin. Piştî vekişîna polîsan xelk ji avahiyê derketin.

Doh 20ê Mijdarê, firokeyên şer F-16 ên artêşa Tirkiyê çendîn navçe li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê kirin armanc, di encam de li Rojavayê Kurdistanê 29 kesan canê xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst