Li Wanê û Çewligê meş, civîn û çalakî hatin qedexekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Wanê û Çewligê yên Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda qedexe bi dawî nabin. Parêzgariya Wanê ragihand ku li tevahiya parêzgehê hemû çalakiyên wek meş, xwepêşandan, civînên çapemeniyê, grev, vedana kon û çalakiyên rûniştinê, bo dema 9 rojan hatine qedexekirin.

Parêzgariya Wanê îro 21ê Mijdara 2022an derbarê qedexeya çalakiyan de daxuyaniyek belav kir. Li gor daxuyaniya parêzgariyê, pêkanîna her çalakiyeke wek meş, xwepêşandan, civînên çapemeniyê, grev, vedana kon û çalakiyên rûniştinê yên li Wanê ji 21ê Mijdara 2022 heta 29ê Mijdara heman salê bo dema 9 rojan hatin qedexekirin.

Di daxuyaniya parêzgariya Wanê de hatiye îdîakirin ku ev biryar “bi armanca rêgirîkirina êrîşan, rêgirtina binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê” hatiye dayîn.

Li sînorê parêzgeha Wanê qedexeya çalakiyan ev zêdeyî 6 sal in ji 21ê Mijdara 2016an ve piştî hewla derbeya 15ê Temûzê hatiye ragihandin û bi berdewamî tê dirêj kirin.

Her wiha li parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê jî berî qedexe bi dawî bibe hat dirêjkirin û careke din qedexeya xwepêşandan, meş û çalakiyan bo dema 15 rojan hat dirêjkirin.