Li Rihayê meş û çalakî bo 15 rojan hatin qedexekirin

21-11-2022
RÛDAW
Nîşan Riha Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, hemû meş, civîn, çalakî, xwepêşandan, daxuyaniyên çapemeniyê, vedana kon, mîtîng û çalakiyên rûniştinê bo dema 15 rojan hatin qedexekirin.

Biryara qedexeya çalakiyan ji aliyê Parêzgariya Rihayê ve hat ragihandin.

Li gor daxuyaniyê, Parêzgariya Rihayê îdia kiriye, ku alîgirên PKKê parvekirinên provakatîf dikin, operasyonên esmanî yên bo ser bakurê Sûriyê berovajî dikin û ewlehiya raya giştî armanc digrin û ji bo parastina ewlehiyê biryara qedexeyê hatiye wergirtin.

Qedexeya çalakiyan 21ê Mijdarê demjimêr 00:01 destpê kir û dê heta 5ê Mijdarê demjimêr 23:59 berdewam be.

Di nav 15 rojan de dê tenê çalakî û civînên ku parêzgarî û qeymeqamtî destûrê bidin û çalakiyên bazirganî bên kirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst