Cotkarên Rojavayê Kurdistanê ji bihabûna tov gazinan dikin

21-11-2021
Loloxan
Cotkarên Tirbe Spiyê ji bihabûna tov gazinan dikin
Cotkarên Tirbe Spiyê ji bihabûna tov gazinan dikin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Bihabûna Tov Qamişlo Tirbe Spê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tirbe Spiyê ya rojhilatê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê, cotkar gazinan ji kêmbûn û bihabûna tovê genim û semadê dikin, herwiha ji ber hişkesalî û derengketina barîna baranê gelekî bitirs in.

Cotkarê Tirbe Spiyê Ebû Ibrahîm dibêje “Min du ton û nîv tov bi pênc milyon û nîv aniye. Niha bihaê çewalekî bi 25-30 30 hezarî ye. Gelek zehmet e. Ajel jî bi me ve girêdayî ne. Ew e ku xwediyê pez dîn nabin.”

Hevdem kirîna tov bi nirxekî zêde biha ji aliyê cotkaran ve, bandoreke rasterast li debara jiyana wan a rojane dike, wate neçar dibin beşekî zeviyên xwe beyar bihêlin.

Cotkarê Tirbe Spiyê Ebû Mehmûd got "Min îro ev tov bi 2 milyon lîreyên Sûrî kirî, niha şûna 6-7 çewal zevî li ba min maye, wate pêdiviya min bi 7 milyon lîreyên din heye, êdî li ba min nîne, lewra ez neçar im zeviya xwe beyar bihêlim. Tu diçe dikanan çavdêrî nîne, pêdivî nayên kirîn, em û ajelên xwe tenê li benda rehma Xwedê ne. Sala par me xwest zeviyekê kirê bikin û pez lê biçêrînin, daxwaza milyon, milyon û nîvekî kirin, xelk nema ji Xwedê ditirsin û rehm li ba wan nemaye."

Ji ber hişkesaliyê, Rojavayê Kurdistanê ketiye bazneyê metirsiyê, çi ji aliyê dabînkirina tovê çandiniyê û çi ji aliyê ard ve, lewra Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser hewara xwe dighîne aliyên peywendîdar.

Hevserokê Komîteya Aborî û Çandiniyê Selman Barûdo ragihand "Em dikarin bibêjin ev mûsim nebaş bû, tenê me 185 hezar ton wergirtiye, ev tebab têra me nake bo tov û ard bo sala bê, lewra piraniya metirsiyan ji ber wan nexweşiyên ku digihin zeviyên me, bi taybetî yên genim, ku maddeyeke sereke ye bo asayîşa xorakê, hevdem kêmbûna baranê û hişkesaliyê metirsî ye, ji ber vê yekê komîteyên me yên çavdêrî û rûbirûbûna nexweşiyên çandiniyê li navendên me bi rêya dermanan karê xwe di rûbûbûna nexweşiyan de dikin."

Ev du sal in li pey hev, Rojavayê Kurdistanê ji ber kêmbûna berhemê mûsimê genim dinalîne, di mûsimê di 2020ê de piraniya zeviyên genim şewitîn, di 2021ê de jî hişkesalî bû, lewra di dema dawî de Amerîkayê nêzîka 3 hezar ton tovê genim wek alîkarî şand ji cotkarên Rojavayê Kurdistanê re, ev di demekê de ye ku di salên berî şerê navxwe yê Sûriyê de salane berhemê mûsimê genim li Rojavayê Kurdistanê di navbera 800 hezar heta yek milyon ton genim de bû.   

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst