Berfê Çiyayê Nemrûd xemiland

Hewlêr (Rûdaw) - Yekem berfa salê li Çiyayê Nemrûd bariya ku dikeve sînorê bajarokê Kalik ser bi parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê ve.

Çiyayê Nemrûd, ku wek devera Parka Niştimanî hatiye parastin û ji xeynî peykerên bê wêne, di Lîsteya Mîratên Cîhanî ya UNESCOyê de cih digre, bi bilindbûna 2 hezar 150 kîlometre wek “Xweşiktirîn cih bo dîtina rojhilatin û rojavabûn” tê naskirin, berfê çiyayê navborî xemilandiye.

 

 

Geştyarên serdana deverê kirine, li wê devera ku bi berfê xemiliye, derfet ji wan re çêbû hilatin û avabûna rojê bibînin.

Aliyên peywendîdar dibêjin, hewqasî berf nebariya ye heta asteng bo hatina geştyaran çêbibe û amaje bi wê yekê didin ku li bendê ne gelek geştyar serdana deverê bikin.

 

 

Li aliyê din duh di demjimêrên êvarî de li parêzgeha Bedlîsê jî berf bariya û navenda bajar spî kir.