Galeriya wêneyan

21-11-2020
12 Photos
Bilind T. Abdullah

Li Hewlêrê zarokek 22 hefteyî ji dayîk bû. Niha rewşa tendirustiya wî baş e û pisporekî zarokan dibêje, eger bi vê tendirustiyê berdewam be, egera jiyana wî zêde ye.

Ew zaroka bi navê Bexşînde ku 16ê vê mehê li nexweşxaneyeke Hewlêrê jidayîk bû, destpêkê kêşa wê 500 gram bû û niha bûye 550 gram. Şiyana henasedana wê zarokê asayî ye û pêwîstî bi henasedane destkird nîne.

Dr. Mihemed Hesen, pisporê nexweşiyan û geşeya zarokan, ji Rûdawê re ragihand, “Rêjeya oksîjena laşê zarokê asayî ye û ji %97 ta 98 e.”

Hesen sedema zû jidayîkbûna wê zarokê jî girê dide bi rewşeke tendirustî ya awarte ku bi ser dayikê hatiye û dibêje, “Dayik tûşî berzbûna guşara xwînê bûye û ava zarokdanê nemaye.”

Wêne: Bilind Tahîr - Rûdaw