Holenda dê serbazan bişîne Herêma Kurdistanê

21-11-2020
RÛDAW
Nîşan Holenda Herêma Kurdistanê Serbaz Hevpeymaniya Navdewletî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Holenda biryar da 100 ta 150 serbazan bişîne Herêma Kurdistanê û ew serbaz di çarçova Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê dê li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê bên bicihkirin.

Li gor zanyariyên medya Holendayê, piştî daxwaza Fermandarê Hêzên Holenda ku di çarçova Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de li Iraqê ne, Encûmena Wezîran a Holendayê biryara şandina serbazan bo Holendayê pesend kir.

Wezîrê Derve yê Holendayê Stef Blok derbarê mijarê de ragihand, “Tevî ku metirsiya DAIŞê li ser Ewropayê derneketiye, lê girîng e em piştrast bin ku DAIŞ li Iraqê serî hilnade.”

Serokwezîrê Holenda Mark Rutte jî derbarê DAIŞê de ragihand, şerê li dijî DAIŞê ketiye qonaxeke din, “em di qonaxa parastina navçeyan de ne, armanc ew e hevkariya hêzên navxwe û saziyan bikin ji bo pişt bi xwe girê bidin di şerê dijî DAIŞê de.”

Biryar e yekem karwanê serbazên Holendî Kanûna Yekem a sala bê bigihine Herêma Kurdistanê, ew serbaz di çarçova Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de dê li Firokexaneya Hewlêrê bicih bibin ji bo hevkariya Hevpeymanan.

Holendayê berî niha jî hebûna serbazî li Herêma Kurdistanê hebû û meşq û rahênan bi Hêza Pêşmerge dikir, lê piştî temambşna dema erk, ew serbaz ji Herêma Kurdistanê vegeriyabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst