Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Herêma Kurdistanê ragihand ku heta niha zêdeyî 10 hezar endam û alîgirên HDPê ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve hatine girtin. Herwiha da zanîn ku şandeke partiyên Bakurê Kurdistanê jî serdana Başûr dike.
Abid Ike ji Tora Medyayî ya Rûdawê re diyar kir, ku heta niha zêdeyî 10 hezar endam û alîgirên HDPê bi tohmetên cuda ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve hatine girtin.
Ike da zanîn, ew endam û alîgirên HDPê di demekê de hatine girtin, ku ti belgeyeke yasayî û dadgehê bo girtina wan nîne.
Ike got: “Siyaseta hikûmeta Tirkiyê roj bi roj dijwartir dibe, li gor salên derbasbûyî rêjeya girtina endam û alîgirên Partiya Demokratîk a Gelan ji sedî sed zêde bûye.”
Nûnerê Partiya Demokratîk a Gelan li Herêma Kurdistanê herwiha da xuyakirin, ku ofîsên derve û berpirsên hizbî li derveyî Tirkiyê dest bi kar û çalakiyên siyasî kirine ji bo ku fişar li Tirkiyê were kirin.
Abid Ike di beşeke din a axavtina xwe de aşkere kir, ku şandeke HDPê ligel nûnerên çend partiyên Bakurê Kurdistanê, dê di destpêka meha 12an de serdana Başûrê Kurdistanê bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse