Asayişê li Qamişlo serkirdeyekî Şepêla Pêşerojê serbest berda

Qamişlo (Rûdaw) - Asayişa Rêveberiya Xweser, li Qamişlo îro Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Şepêla Pêşerojê ku weke endamê polîtburo tê nasîn, Riyad Ehmed îro serbest berda.

 

Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê ku yek ji partiyên ENKS ye, ragihand ku ew roja 20.06.2018 ji ber helwestên xwe yên siyasî ji aliyê Asayîşa Rêveberiya Xweser ve hatibû girtin.

 

Riyad Ehmed 5 meh bûn ku li Qamişlo di zindanê de girtî bû.

 

Ehmed bavê 3 zarokan e û beşê zanistên siyasî li zanîngehê qedandiye û ji Qamişloyê ye.