Galeriya wêneyan

21-11-2018
0 Photos
RÛDAW

Rûdaw –AA

 

Li çiyayê Nemrûd ku dikeve parêzgeha Semsûr a Bakurê Kurdistanê, berf barî û dîmenên nuwaze derxistin pêş çavan.

Çiyayê Nemrûd di lîsteya mîrata kulturiya cîhanî ya UNESCOyê de ye û yek ji şûnwarên giring ên dîrokî yên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ye.

Çiyayê Nemrûdê weke parkekê di jêr çavdêriyê de ye. Peykerên dîrokî yên li ser vî çiyayî, gelek balkêş in û mirovan bi xwe re dibin nav geşteke dîrokî.

 

Çiyayê Nemrûdê bilindahiya wê digihe 2, 150 metran, û di demên hilatin û avabûna rojê de dîmenên ser çiya gelek balkêş dibin.

Niha di demsala payîzê de û bi barîna berfa payîzî, peykerên ser çiyayê Nemrûdê kirasê sipî li xwe kirine. Geştyar jî bo dîtina dîmenên balkêş ên Nemrûdê, bi qasî 800 metran diçin ser çiya û ezmûneke ciyawaz di geşteke ciyawaz de diceribînin.