Dr. Dara Reşîd: Tenduristiya Kosret Resûl gelek baş e

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî nexweşketinê, yekem wêneya Kosret Resûl hate belavkirin. Serokê tîma pizîşkî ya Kosret Resûl ji Berlînê ragihand: “Rewşa tendirustiya wî gelek baş e û ti pirsgirêkeke wî ya tendirustiyê tine ye.”

 

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl, ji roja 16ê Mijdara 2017an ve ji bo dermankirinê li Almanyayê ye ku 3 roj beriya wê jî li Nexweşxaneya Farûq a li Silêmaniyê neşterî bo wî hatibû kirin.

 

Serokê tîma pizişkî ya Kosret Resûl, Dr. Dara Reşîd ji Rûdawê re ragihand: “Me hemû pişkinînên tendirustiyê li nexweşxaneya herî baş a Berlînê ji bo Kak Kosret encam da. Encamên pişkinînan dilxweşker in, ti pirsgirêka tendirustiyê ya Kak Kosret nemaye û pêwîstiya wî bi ti pêvajoyeke dermankirinê tine ye. Piştî bidawîbûna rêkarên pizîşkî, emê vegerin Herêma Kurdistanê.”

 

Dr. Dara Reşîd herwiha got: “Di demeke dahatû de neştergeriyeke biçûk ji bo Kak Kosret dê were kirin ku di neştergeriya yekem de weke beşeke ji çareseriya rûviyên wî, cihek hatibû vekirin. Bi giştî rewşa derûnî û tendirustiya Kak Kosret gelek baş e.”

 

 

Roja şemiyê 11ê Mijdara 2017an rewşa tendirustiya Kosret Resûl nebaş bû û ew rakirin Nexweşxaneya Farûq a li Silêmaniyê, piştre neştergeriyek ji bo rûviyên wî hate kirin û heta 72 saetan di bin çavdêriyê de ma û dûvre jî ew birin Almanyayê.