Şerê li Bakurê Kurdistanê bandor li cil û bergên kurdî jî kir

Amed (Rûdaw) - Şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê li bajarê Amedê bandora xwe ya neyînî li ser cil û bergên kurdî jî kir û bazara kirîn û firotina cil û bergên kurdî kêm bûye.

 

Kargehên ku cil û bergên kurdî difiroşin, dibêjin ji ber aloziyan şahî û dawet çênabin û ji ber vê yekê êdî cilên kurdî kêm têne firotin. Li gorî xwediyên kargehên cil û bergên kurdî gelek kes jî ji ber tirs û xofê êdî cilên kurdî li xwe nakin. 

 

Şer û pevçûnên ku nêzîkî 2 salan e, li Bakurê Kurdistanê diqewimin, weke gelek beşên aboriyê bandora xwe ya neyînî li ser cil û bergên kurdî jî kir. 

 

Kargeheka cil û bergên kurdî 18 sal berê li Amedê hatiye vekirin. Ji hemû herêmên kurdan li vir cil û bergan didirûn û difiroşin. Lê xwediyê atolyeyê Mihemed Ektî dibêje, ji ber şer û pevçûnan şahî, festîval, çalakiyên şox û şengê hatine betalkirin û ji ber vê yekê êdî xelk lixwekirina cil û bergên kurdî luks dibîne.

 

Xwediyê Atolyeya Cil û Bergan Mihemed Ektî ji Rûdawê re axivî û got: “Piştî ku şer çêbû, qêrîn çêbû, ev alozî derket, şahî tune ye, newroz, dawet çênabin. Ji ber vê yekê kar hate sekinandin.”

 

Berê li vê kargehê 10 karkeran karê dirûnê dikir. Lê ji ber ku kirîger êdî cil û bergan kêm dikirin, li kargehê tenê 2-3 karker mane. Ew ditirsin kar nebe û ew jî bêkar bimînin.

 

Karkerê kargeha cil û bergên kurdî Ricwa Mehmûd jî got: “Berê baş bû. Karker pir bûn. Şeş heft heb kar dikirin. Em niha du sê kes mane. Kar kêm bûye.”

 

Muzeyen Arikan jî ku karker e, dibêje: “Berê hevalên me pir bûn. Kar zêde bû. Lê mixabin niha kar bi temamî qediyaye.”

 

Ev kargeh jî ya Emrulah Zimrût e. Bi salan e cil û bergên kurdî dihilberîne û derdixe bazarê. Ew dibêje ji ber zext û zordariyê xelk êdî ditirse cil û bergên kurdî li xwe bike.

 

Xwediyê Kargeha Cil û Bergan Emrulah Zimrût jî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re behsa rewşa bazar û bazirganiya xwe kir û ragihand: “Em debara xwe bi vî karî dikin. Bes karê çandê, kiras, fistan, şal û şapik, cil û bergên herêman zêde nayên firotin. Sedem jî ev e; di nava xelkê de tirs û xof heye.”

 

Nifûsa bajarê Amedê nêzîkî 2 milyon kesan e. Lê li bajêr cihên ku cil û bergên kurdî amade dikin, tenê 5 in. Ew jî niha ditirsin ji ber tunebûna kar top bavêjin û kargehên xwe bigrin.