Gultan Kişanak bû namzeda Şaredariya Amedê

21-11-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevseroka BDPê Gultan Kişanak bo namzediya Şaredariya Amedê di hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê de, bi fermî serlêdan kir. Tê gotin namzedê din ê Şaredariya Amedê, şaredarê berê yê navçeya Yenîşehîra Amedê Firat Anli ye lê ev yek heta niha nehatiye piştrastkirin.

Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, Hevseroka BDPê Gultan Kişanak îro (21.11.2013) bi fermî serdana avahiya BDPê ya Amedê kir û namzediya xwe bo Şaredariya Amedê di hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê pêşkêş kir.

Ji ber ku BDPê ragihandiye sîstema şaredariya dê bi awayê hevserokatiyê be lewma tê texmînkirin ku hevnamzedê din ê şaredariya Amedê, şaredarê berê yê navçeya Yenîşehîra Amedê Firat Anli be lê ev agahî heta niha nehatiye piştrastkirin.

Her wiha dihat gotin ku beriya Kişanakê, jineke din bo namzediya şaredariyê serlêdan kiribû lê li gorî agahiyan wê namzedê gotibû eger Kişanak serlêdan bike dê xwe vekişîne.

Hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş jî îro ragihandibû ku ew dixwazin Kişanak bibe namzeda şaredariya Amedê ji ber ku ew pê bawer in. Demîrtaş her wiha anîbû ziman ku behsa Firat Anli jî tê kirin lê agahiyên misoger nedabû.

Gultan Kişanak di 15ê Hezîrana 1961an de li bajarê Elezîzê yê Bakûrê Kurdistanê ji dayik bûye û beşa tirkî li zanîngeha Dîcle ya Amedê xwendiye. Ji sala 1980 heta 82an hat girtin û li Zîndana Amedê de ma. Dema ji zîndanê derket beşa Pêwendiyên Mirovî û Rojnamevaniyê ya zanîngeha Ege qedand. Kişanak di rojnameyên mîna Guneş, Yenî Ulke, Ozgur Gundem û Ozgur Ulke de di erk û pileyên cur bi cur de kar kiriye. Sala 2007an wek nûnera Amedê derbasî parlamentoyê bû her wiha di hilbijartinên 12ê Hezîrana 2011an de jî bû Parlamentera BDPê ya Sêrtê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst