Li Tirkiyê, Partiya Demokrat a Kurdistanê tê avakirin

21-11-2013
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
A+ A-

 

Amed (Rûdaw) - Berdevkê Platforma Demokratên Kurd (PDK) Sertaç Bûcak, aşkera kir ew ê di pêşerojê de partiyeke bi navê PDKê li Tirkiyê ava bikin û di qada siyasetê de cihê xwe bigrin. Bûcak, da zanîn ew dixwazin Leyla Zana û hinek siyasetmedarên din ên naskirî jî bixin nava refên xwe.

Di serî de BDP, gellek partiyên ku li ser nifûsa kurdan siyasetê dikin, hatin avakirin. HAK-PAR, KADEP, OSP jî di vê qadê de ne. Însiyatîfa Azadiyê û DDKD jî hewl didin bi dengê xwe têkevin nava siyasetê. Li van partî û fraksiyonan partiyeke nû jî zêde dibe. PDK’a ku niha weke platform bi rê ve diçe, dê hewl bide bi partiyê têkeve qada siyasî.

Partiya Demokratên Kurdistanê (PDK), bi Platforma Demokratên Kurd dest bi xebata siyasî kir. Platforma ku berdevkiya wê siyasetmedar Sertaç Bûcak dike, dê di pêşerojê de veguhere partiyeke siyasî.

Sertaç Bûcak, derheqê vê yekê ji Rûdawê re axivî û da zanîn ku ew ê partiya xwe li ser rêbaza Mela Mistefa Barzanî li welat xurt bikin. Di çapemeniyê de hate nivîsandin ku dê endamê berê yê rêveberiya PKKê Nîzamettîn Taş û Parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana jî di nava PDK’ê de siyaset bikin lê Berdevkê PDK’ê Sertaç Bûcak, aşkera kir Nîzamettîn Taş û Leyla Zana ne bi wan re ne lê ger ji destê wan bê ew dixwazin Leyla Zana jî qezenç bikin û bixin nava refê xwe.

Bûcak, wiha axivî:  “Em li ser rêya nemir Barzanî dimeşin. Di salên 65’an de PDK’a Tirkiyê hebû. Lê ew partî belav bû û nema. Niha em PDK’a nû li ser wê trajîsyonê, li ser wê rêbazê careke din vedijînin. Em ê hewl bidin bereya xwe berfireh bikin. Ji destê me bê em ê hemû kurdan qezenç bikin. Em dixwazin xûşka Leyla jî û siyasetmedarên din jî qezenç bikin. Jixwe armanca me bihêzkirina vê eniyê ye.”

Sertaç Bûcak, da zanîn dema şert û merc guncaw bibin û ew wê hêzê di xwe de bibînin, ew ê bi awayeke qanûnî PDK’ê li Tirkiyê ava bikin û bi rengê xwe, bi dengê xwe dest bi siyaseteke nû bikin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê (PDKT) 11ê Tîrmeha 1965an hat avakirin. Faîk Bûcak (bavê Sertaç Bûcak) bû serokê wê partiyê. Armanca PDKa Tirkiyê xweserî bo kurdan bû. Faîk Bûcak 4ê Tîrmeha sala 1966an li nêzîkî bajarê Rihayê rastî êrişa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da. Partiyê di çaremîn kongreya xwe ya sala 1991an de navê xwe kir Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK). PDKê di kongreya sala 1992an de ku bi tevgerên mîna Platforma Yekitiya Ala Rizgarî, Platforma Yektiya Netewî û hinek kadroyên veqetiyayî yên Rizgariyê re li dar xist, navê xwe danî Hevgirtin-PDK û di kongreya sala 1994an de jî navê wê partiyê bû PDK-B    aûr.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst