Li Colemêrgê 23 kes hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, 164 kes hatin desteserkirin ku derbarê wan ji ber hincetên cûda biryara lêgerînê hebû.

Ji wan 23 kes bi biryara dadgehê hatin girtin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Colemêrgê, îro tîmên Fermandariya Cendermeyan a Bajêr operasyonek kir.

Di encama operasyonê de 164 kes hatin desteserkirin ku derbarê wan bi tohmeta kuştin, sextekarî, siber, dizî, madeyên hişbir û hinceta “terorê” biryara lêgerînê hebû.

Hêzên ewlehiyê piştî kar û barên yasayî 164 kes veguhastin dadgehê.

Ji wan 23 kes bi biryara dadgehê hatin girtin.

Derbarê sedema girtina wan 23 kesan zanyarî nehatiye dayîn.