Hewlêr (Rûdaw) - Torên çavdêriya hilbijartinan li ser hilbijartinan konferanseke rojnamegeriyê li dar xist û wan diyar kir ku 327 binpêkirin hatine diyarkirin.
Rêxistinên çavdêriya hilbijartnan li ser binpêkirinan raporek belav kir.
Li gorî raporê partiyên siyasî 124 doz vekirine.
Serokê Tora Şemsê ya Hilbijartinan Hogir Çeto di konferansa rojnamegeriyê de behsa binpêkirinan kir û wiha got:
“Hinek binpêkirin di dema dengdanê de li navenda dengdanê hatin kirin. Hinek binpêkirin jî di dema bangeşeyê de hatin kirin.”
Hogir Çeto amaje bi wê yekê kir ku hezar û 600 kes wekî çavdêrên rêxistinên çavdêriya hilbijartinan di pêvajoya hilbijartinan de kar kiriye.
Li gorî rêxistinên çavdêriya hilbijartinan hin binpêkirinên ku hatine kirin wiha ne:
- Bikaranîna telefonê û girtina wêneyê deng
- Dereng vekirina navendên dengdanê
- Dûrxistina çavdêrên siyasî ji navendên dengdanê
- Dûrxistina nûnerê rêxistinan ji navendên dengdanê
- Tûndiya li hemberî karmendên komîsyonê, rêxistinan û çavdêrê partiyan û dengderan
- Nexwendina şûnatiliyan
Hogir Çeto diyar kir ku partiyên siyasî li ser pêvajoya hilbijartinan 124 gilî kirine.
Seroka Tora Şopandina Hilbijartinan a Eynê Sead Betat jî wiha got:
"Talîmatên komîsyonê yên ji bo hilbijartinan pêk nehatin.
Roja hilbijartinê li nêzîkî sindoqan bi dengekî bilind û vekirî bengeşe hat kirin. Bi tevahî 327 binpêkirin hatine tomarkirin."
18ê Çiriya Pêşîn dengdana taybet û doh jî hilbijartinên taybet ên Parlamentoya Kurdistanê hatin kirin.
Li gorî encamên destpêkê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bûye partiya yekem û piştî wê jî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bû duyem û Newey Niwê (Nifşê Nû) jî bû sêyem.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse