Wan - Di barhilgirekê de 36 koçber hatin girtin

21-10-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Koçber Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêgiriyê ya Wanê ya Bakurê Kurdistanê di barhilgirekê de 36 koçberên ku di nav kayê de hatibûn veşartin hatin girtin.

Qeymeqamtiya Bêgiriyê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyayê de hat ragihandin ku di çarçoveya kar û xebatên tîmên fermandariya cendirmeyan a parêzgehê barhilgirek hatiye rawestandin.

Li gorî daxuyaniyê di encama kontrolê de di barhilgirê de 36 koçber ku xwe di nav kayê de veşartibûn hatine dîtin.

Hêzên ewlehiyê şofêrê barhilgirê desteser kir û ew bir dadgehê.

Dadgehê bi tohmeta "qeçaxçîtiya koçberan" biryara girtina şofêr da.

Li aliyê din, hêzên ewlehiyê koçberên hatine girtin, birin Navenda Paşdevegerandinê ya Îdareya Koçê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst