Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ji ber bayê gur geştên ferîbotê yên navbera navçeya Çemîşgezek û Xarpêtê hatin betalkirin.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Çemîşgezekê, îro li navçeyê rewşa keşûhewayê xirab e û bandoreke neyînî li jiyana rojane kiriye.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku ji ber bayê gur geştên ferîbotê yên navbera Çemîşgezek û Xarpêtê bi awayekî demkî hatine rawestandin.
Beriya 2 rojan li çiyayên navçeyên Pilûr û Pilemûriyeyê yên parêzgeha Dêrsimê berf bariyabû û pileya germê daketiye.
Li gorî Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, li seranserê wî welatî pileya germê li gorî hefteya borî daketiye û li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê jî berf dibare.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse