Dêrsim (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîl li hev qelibîn û di qezayê de 2 8 kes birîndar bûn.
Nûçegihanê Rûdawê Alî Haydar Gozlu ragihand ku îşev 15 kîlometreyan dûrî navenda Dêrsimê li ser rêya Dêrsim-Xarpêtê du otomobîl li hev qelibîn.
Di qezaya trafîkê de8 kes birîndar bûn ku birîna 2 kesan dijwar e.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs, ekîbên AFADê çûn cihê qezayê.
Tîman rêwiyên di otomobîlan de asê mabûn derxistin û piştî midaxeleya destpêkê ya li cihê qezayê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.
Bi awayek demkî rêya navbera Dêrsimê û Xarpêtê hat girtin û piştre hat vekirin.
Derbarê bûyerê lêkolîn hat destpêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse