Li Edeneyê dayîkek û du keçên wê hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sariçamê ya Edeneyê kesekî bi demanceyê jinek û du keçên wê kuştin.
Li gorî agahiyan, îro êvarî jinek û du keçên xwe çûn ser gora xizmekî xwe ya li goristana Burukê ya li navçeya Sariçamê.
Dema dayîk û her du keçên xwe li ser gorê bûn, kesekî ku nasnameya wî hîn jî eşkere nebûye, bi demanceyê gule li wan reşandin û bi matorsîkletê ji cihê bûyerê reviya.
Ew dayîk û her du keçên xwe li cihê bûyerê mirin.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê termê her sê jinan veguhastin morga nexweşxaneyê.
Polîsan li goristanê dest bi lêkolînê kiriye lê heta niha kesê êrişkar nehatiye girtin.