Li Wanê makîneya kar wergeriya: 4 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şaxê ya Wana Bakurê Kurdistanêê makîneya kar wergeriya û di encamê de 4 kes birîndar bûn.

Li devera gundê Kotisê yê Şaxê makîneya kar a ku pê ciha avê vedikirin wergeriya bi kendalê de kaş bû.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristî,  UMKE, îtfaiyeyê û cendirme çûn cihê qezayê.

Ekîban 4 kesên ku birîndar bûn piştî midaxeleya ewil bi sedyeyê nêzikî 2 kîlometre birin û gihandin ambulansê.

Ji birîndaran ji bo kesê ku rewşa wî giran, firokeambulans çû.

Tîmên tenduristiyê kesê birîndar bi firokeambulans bir Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêmê ya Wanê.