Serok Barzanî û Serokê Şepêla El-Xedê ya Sûriyeyê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) -  Serok Barzanî û Serokê Şepalê El-Xedê ya Sûriyeyê Ehmed El Cerba rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Sûriye û navçeyê gotûbêj kirin.

Baregeha Serok Barzanî ragihand Serok Mesûd Barzanî îro li Hewlêrê  Serokê Şepalê El-Xedê ya Sûriyeyê Ehmed El Cerba qebûl kir.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de, rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên li navçe û Sûriyeyê hatin gotûbûjkirin.